Yildirim di bernameya Komxebata Pirsgirêkên Nûçegihaniya Kurdî û Pêşniyarên Çareseriyê ku bi mazûvaniya Anadolu Agencyê û tevkariya Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê û Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê ve hat lidarxistin de axivî û wiha got: "Min xwest ku weşana bi kurdî ya AAyê û yên ajansên bidim ber hev, li gor rapora ku hat ber destê min, AA di vî warî de serkeftî ye. Ez vê ji dil û can dibêjim."
Yildirim destnîşan kir ku di çarçoveya vekirina demokratîk de TRT 6, beşên kurdî vebûn û AA jî bi kurdî weşanê dike û got ku piştgiriyê didin gavên ku xêra kurd û kurdî tê de heye.
Yildirim di axaftina xwe de qala xebatên zanîngehan kir û wiha got: "Karê zanîngehan ew e ku materyalan amade bike."
Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pergalên ku bi dîroka xwe re rû bi rû nebin nikarin pêşeroja xwe dizayn bikin.