Sevim Hatun
17 Tebax 2017•Rojanekirin: 19 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Li Tirkiyeyê vê hefteyê yek jê xwemal wê 9 fîlm bikevin vîzyonê.
Fîlma bi navê "Dangal" a ku Nîtesh Tîwarî derhêneriya wê kir yek ji fîlmên vê hefteyê ye. Di nav lîstikvanên fîlmê de Aamir Khan, Sakshî Tanwar, Fatima Sana Shaîkh û Sanya Malhotra hene.
Mahavîr Sîngh Phogatê ji gulaşgirên berê di nav şert û mecên zor û zehmet de hin qîzan perwerde dike. Di fîlmê de behsa pêvajoya perwerdeya zor û zehmet û serkeftina wan tê kirin.
- "Şahidê Belakar"
Lîstikvanên sereke yê fîlma Şahidê Belakar Samuel L. Jackson û Ryan Reynolds in. Fîlm li ser Mîchael Bryceyê ku mecbûr dimîne dijminê xwe biparêze û serpêhatiya kujerekî ye.
Fîlma ku derhêneriya wê Patrick Hughes dike û senaryoya wê Tom O'Connor nivîsiye yek ji fîlmên komedî-aksiyonê ye.
- "Tolhildana Nêçîrvan"
Fîlma ku derhêneriya wê Jonathan Mostow dike û lîstikvanê wê yê sereke Sam Worthîngton û Odeya Rush in li ser jineke ku tola malbata xwe hildide hatiye kişandin.
- "Portreya Dawîn"
Di vê fîlma da behsa serdema ku heykeltraş Alberto Giacomettî li ser berhema xwe ya dawî dixebite tê kirin. Lîstikvan Geoffrey Rush lîstikvanê sereke ye.
- "Behra Mezin 3: Noqbûna Biqefesê"
Fîlm ji fîlmên dram û tengijînê ye. Derhêneriya fîlmê Gerald Rascionato dike, lîstikvanê sereke yê fîlmê Megan Peta Hîll, Joel Hogan û Suzanne Dervîsh-Alî ne.
Bi kurtasî mijara fîlmê wiha ye:
"Ciwanên ku dixwestin serkeftina xwe îspat bikin, li Awistralyayê beşdarî çalakiyeke raçavkirinê ya semasiyan dibin. Ciwan xwe berî behrê didin lê demek şûnde dikevin nav semasiyan û nikarin jê derbikevin. Herwiha di vê navberê de vîdeoyekê dikşînin ev dîmen dibe derfetê man û nemana wan."
- "Annabelle: Zayîna Xerabiyê"
Gary Dauberman senoryaya fîlmê nivîsî, di fîlma DYA ye de lîstikvanên wek Mîranda Otto, Javîer Botet, Stephanîe Sîgman, Talîtha Bateman û Alîcîa Vela-Baîley cî digirin.
Pêlîstoka bi navê Annabelle dibe bela serê zarokên li mala sêwiyan dimînin. Fîlm li ser serpêhatiya zarok û rahîbeya ku bi wan re eleqedar dibe hatiye honandin.
- "Semûr"
Derhênerê fîlmê Gokhan Aksû ye. Di fîlmê de lîstikvan Îpek Erdem, Balamir Emren, Gamze Pelîn Gokçe, Batûhan Yar, Nergîs Odzak û Gurkan Arikboga cî digirin. Fîlm li ser trajediya malbatekê ya ku piştî sêhra dexesiyê çêdibe hatiye honandin.
- "Plana Byê"
Di fîlma ku derhêneriya wê Michael Popescu û Ufuk Genç dikin de lîstikvanên wekî Can Aydin, Cha-Lee Yoon, Phong Gîang, Eugene Boateng û Julîa Dîetze hene.
Fîlm li ser serpêhatiya sê hevalên ku bi hunera şer re eleqedar dibin hatiye honandin.
- "Doraemon: Serencama Dewra Cemedê"
Fîlma anîmasyonê ya ku Atsushî Takahashî senaryoya wê nivîsî û derhêneriya wê dike li ser serencama pisîka robot Doraemon û hevalên wê ye.