Önder Beyter
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
VAN
Li Erdîşa navçeya Wanê, Tirkên Kirgiz ên ku li taxa Ulupamîrê dijîn, "konê xan" vegirtin û tê da çanda xwe ya 2000 salan didin naskirin.
Tirkên Kirgiz ku 36 sal berê ji Zozanê Pamîr ê Efxanistanê koç kirin û li taxa Ulupamîrê bi cih bûn, li herêma ku lê dijîn bi şêweya jiyana xwe, kevneşopiyên xwe û herwiha hespsiwariya xwe va balê dikişînin.
Kenan Aytaçê ku li taxê "konê xan" vegirt, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da destnîşan kir ku wan 3 meh berê kon vegirt ku armanca wan jê ew e ku di geşedana tûrîzma bajêr da keda wan jî çêbe.
Aytaç diyar kir ku di nava kurtedemekê da ji bajarên cuda gelek ziyaretvan hatin seredana konê vegirtî û wiha dewam kir, "Xelkê me bîra vê çandê kiriye û pêwîstiya wan jî pê heye. Bi vê minasebetê va piştî ku me kon vegirt, hejmara tûrîstên ku dihatin gundê me 100 bûn, lê niha derketiye 1000î."

- "Armanca me ew e ku kon bibe marqeyeke tûrîzmê"
Aytaç bal kişand ku ew, çanda 2000 salan a Kirgizan bi ziyaretvanan didin naskirin û wiha dewam kir, "Armanca me ew e ku ev kevneşopiya me hêdî hêdî belayî hemû welat bibe. Me wekî nimûne li Ulupamîrê dest pê kir. Di pêvajoya pêşiya me da emê li Erdîş, Erzirom û Erdexanê jî vê çandê bidomînin. Ji ber ku eleqeyeke pir germ heye. Ji ber hindê jî armanca me ew e ku kon bibe marqeyeke tûrîzmê."
Aytaç herwiha bal kişand ku zivistanê wênegir, havînê jî ziyaretvan tên seredana vî konî. Aytaç diyar kir ku ew ê di wextekî nêzîk da derfeta ezimandina di hundirê kon da pêşkêşî ziyaretvanan bikin.

- "Ev çand divê danasîna wê bê kirin û bê belavkirin"
Ziyaretvan Sonay Yavuzê jî diyar kir ku ew ji Enqereyê bo ziyareta hevala xwe hat Erdîşê û dema ku hat guhê wê, li Ulupamîrê çanda Kirgizan didomînin, wê jî meraq kir.
Yavuzê got ku ew der pir xweş e û wiha dewam kir, "Mêvanperwerî pir di cih da ye. Mîna Tirkekî em ezimandin ku vê yekê kêfa me pir xweş kir. Herwiha min nû bihîst ku li Wanê gundekî wiha heye, Çawa bin bihîst, min xwest ku bêm. Bi min ev der divê bikeve çarçoveya tûrîzmê û divê danasîna wê were kirin da ku ev çand belav bibe."