KARS
Gola Ordekê ya di çema Keklîkê ya li navçeya Sarikamişê ye, bi xemla xwe ya payîzê canê mirovan dilerizîne.
Gola Ordekê 10 kîlometre dûrî navçeya Sarikamişê ye. Ordekên li vir bi kêfa xwe di avê de dijîn û bi kulîlkên xwe yên rengîn çavên mirovan diqemişîne, darên çamê ava gurgureyên biçûk dihewîne.
Endamê Meclisa Şaredariya Sarikamişê Aydin Alkan, ji nûçegihanî AAyê re daxuyand ku navçeya wan bi jiyaneke xwezayî durr û sedefa herêmê ye û wiha dewam kir: "Em tên vê derê, tebîetê temaşa dikin û bêhna xwe vedidin. Em ji her kesî re dibêjin bila werin li vir jiyaneke sirûştî bitahmijin."