Gooleyê ji bo roja ewil a biharê logoyeke taybet amade kir.
Googleyê logoya ku jê re "doodle" tê gotin bi dîzayneke taybet amade kir û çîçekên bi rengareng yên ku nîşane û mizgîniya biharê ne jî tê de bi cih kir. Îro dema şev û rojê wekhev e û ji vê yekê re jî ekînoks tê gotin di logoyê de jî hat dayîn.
Bi sepana ku jê re "Doodle" tê gotin ve kes, roj, dem, bûyer û dîrokên girîng yên cîhanê derdixin pêş û dixwazin balê bikşînin ser wê rewşê.
Bikarhênerên înternetê dema ditikîninîn ser doodleya taybet der heq wê rojê, wî kesî an jî wê mijara balkêş de xwe digihînin agahiyên berfireh.