Önder Beyter
29 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2019
Gundê Yemîşliyê yê Midyada navçeya Mêrdînê ku dergûşa dîn, mezheb û zimanên cuda ye, bûye sembola "pêkvejiyanê".
Gundê Yemîşliyê ku xweşbîniya civakî û çandî ya bajarê xweşbîniyê Mêrdînê di xwe da dihewîne, ligel dîn û mezgebên cuda, di warê ziman da jî pirreng e û zimanên wekî Tirkî, Kurdî, Erebî û Suryankî lê tên axaftin.
Li vî gundê ku dengê bangê û dengê naqosê têkelî hev dibin, şênî bi xweşbînî û biratiyê va nimûneya "pêkvejiyanê" nîşan didin.
Gundê Yemîşliyê bû sembola "pêkvejiyanê"
Li gundê ku bi Tirkî jê ra dibêjin "Yemîşlî", bi Kurdî "Nehîle" û bi Suryankî jî dibêjin "Enhil", 7 dêr û 2 mizgeft hene. Herwiha şêniyên gund ên Misilman, Êzdî û Siryan 6 cejnan pîroz dikin.
Herwiha heyeta mixtariyê ya gund jî ji welatiyên Misilman û Siryan pêk tê û di şahî û şînan da şêniyên gund tên cem hev û herwisa bi hev ra pirsgirêkên xwe jî çareser dikin.
Mixtarê gundê Yemîşliyê Lokman Acar di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew li gund bi biratî dijîn.
Acar diyar kir ku Siryaniyên ku li gund dijîn, ewqas bi wan bawer in ku gava koç dikin, mal û milkên xwe emanetî wan dikin û wiha dewam kir, "Gava salên 2000î jî vegeriyan, malên xwe temîr kirin. Me jî li vê derê ji xwe ra malên nû çêkir. Me malên wan cardin dan wan. Em li vê derê ligel hev dijîn. Em bi hev ra şîvê dixwin. Li gund niha 514 kes hene. Hejmara Siryaniyan havînê derdike 150 kesî. 60-70 xane jî Misilman hene. Herwiha li gund Êzdî jî hene."
- "Em 6 cejnan pîroz dikin"
Ji Suryanan Efrîm Koç (68) diyar kir ku ew di 7 saliya xwe da ligel malbata xwe koçî Stenbolê kir û ji wê derê jî wan koçî Ewropayê kir.
Koç diyar kir, ji ber ku ew gelekî ji jiyana gundan hez dike, ew 15 sal berê vegeriya gundê xwe û wiha dewam kir, "Ez salê 9 mehan li gund dimînim. Herwiha ez 3 mehên salê jî diçim Ewropayê ku neviyên xwe bibînim. Miletê me gava teqawit dibe, berê xwe didin gund. Hewaya gund zehf xweş e. Herwiha diyaloga me jî xweş e. Ji ber vê çendê em vê derê tercih dikin. Em li vê derê bi biratî û pêkve dijîn."
Kenan Karataş jî bal kişand ku li gund ew wekî Misilman, Siryan û Êzdî pêkve dijîn û wiha dewam kir, "Gundê me wekî mozaîqê ye. Em rêz û hurmetê nîşanî hevdu didin. Em 6 cejnan pîroz dikin."