Servet Taşdemir
21 Sibat 2024•Rojanekirin: 29 Sibat 2024
Li Tetwana navçeya Bidlîsê hosteyê tizbiyan Veysel Balakan bi kevirên siruştî va tizbiyan çêdike û wan difroşe.
Balakanê 8 sal e li atolyeya xwe pîşeyê xwe dimeşîne li gorî daxwaza mişteriyan tizbiyan çêdike.
Balakan diyar kir ku gel eleqeyê nîşanî van tizbiyan dide û bihayên wan jî li gor taybetmendî û mezinahiya keviran diguhere.
Balakan diyar kir ku kesên koleksiyonên xwe çêdikin jî siparişê didin û wiha got: "Berhevkar eleqeyê nîşanî tizbiyan didin. Em ji kevirên siruştî tizbiyan çêdikin û ji ber vê yekê gelek daxwaz çêdibin. Em bi taybetî li ser cureyên kehrebayê dixebitin. Kehrebayên me yên kevn ên ji serdema Osmaniyan jî hene. Em li gorî daxwaza mişteriyan çêdikin. Çêkirina wan ji 7-8 qonaxan ra derbas dibe û di nav 10 rojan da amade dibe."