Fatih Gazioğlu,İbrahim Atmaca
03 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2019
ERZURUM
Li Tirkiyeyê ji navendên kaşûna turîzmê yên herî navdar yek jî herêma Erzirome ye.
Erziroma "Warê Dadaşan" ji bilî turîzma zivistanê bi germav, berhemên dîrokî, kevirê Oltuyê û bi xwarinên herêmî jî tê zanîn.
Di betlaneya nîvê salê da Erzirom cihekî balkêş e ku mirov biçe û bêhna xwe li wir bide. Li Erzirom gelek navendên kaşûnê û tesîsên termal hene.
Herêma Erziromê bi xwarinên herêmî jî ciyekê navder e. Turîstên xwemalî û biyanî gava tên Erziromê divê miheheq kebaba caxê û dolmeya qedeyîfê bixwin.
Li Erziromê kevirê Oltuyê yê ku wekî "zêre reş" tê zanîn ji turîstan eleqeyeke mezin dibîne.
- Şev û roj îmkana germav û kaşûnê heye
Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ji navenda Erzirom 4, ji balafirgehê jî bi tenê 20 kîlometre dûr e.
Her sal ji Rûsya, Polonya, Îran, Gurcîstan û ji welatên Ewropayê gelek turîst navendê ziyaret dikin.
Turîstên ji bo kaşûnê tên navendê roj kêfa kaşûnê dikin, evarê jî diçine germavên ku li navçeya Azîziyê ne.
Erziromê bi kebaba caxê jî herêmeke navder e. Hin turîst jî piştî kêfa kaşûnê û germavên tên navendê û kebaba caxê dixwin.
Otelên li herêmê ji ber turîstên ji bo kaşûnê tên Navenda Kaşûnê ya Palandokenê otelan tijî dikin. Li otelan di dema betlanaye zivistanê ya nîvê salê da ji ber eleqeyê cî namîne.
- Bi berhemên xwe yên dîrokî va wek muzeya servekirî ye
Erzirom bi Şelaleya Tortumê, Medreseya Cotminare, Medreseya Yakutiyeyê, Dêra Oşvankê, malên dîrokî, qubik û Çiyayê Palandokenê va seba ziyaretvanan cihekî xweş e.
Bajêr ji bo medeniyeta Tirk-Îslamê ji cihên sereke ye û bi berhemên xwe yên dîrokî va wek muzeyeke servekirî ye.
Li Erziromê gelek keleh, mizgeft, medrese, tirbe, kerwansera û pire hene.
Avahiya Kongreyê ku bingeha Komara Tirkiyeyê tê da hat avêtin û Mala Ataturk jî li vî bajarî ne. Ziyaretvanên ku vî bajarî ziyaret dikin "Malên Erziromê" ku çanda herêmê dide nîşan ziyaret dikin.
Ji aliyê xwarina herêmî va mehîr, şorbeya nîskê reş û rişteyan, şorbeya herleyê, şorbeya ser û pepikan û kibaba caxê xwarinên sereke yên vî bajarî ne.
- Zêrê reş ê vê herêmê: "Kevirê Oltuyê"
Kevirê Oltuyê navê xwe ji navçeya ku jê derdikeve hildide. Ji ber ku bi hêsanî tê neqişandin, di çêkirina xişr û zînet û tizbiyan da tê bikaranîn.
Li giştiyê bajêr tê firotin û wek "zêrê reş" tê pênasekirin û gelek malbat di vî karî da dixebitin û pê debara xwe dikin.
Mêvanên xwemalî û biyanî yên ku diçin vî bajarî eleqeyeke mezin nîşanî van xişr û zînetên ku ji kevirê Oltuyê hatine çêkirin, didin.