Metin Dere
20 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2023
Li Yedîsuya navçeya Bîngolê komeke welatî di nav zinarên li keviya Çemê Perîsuyê da ne masiyan bi dest digirin.
Welatiyên tên vê derê di şûna torê da ji bo kêfê masiyên di nav keviran da bi destên xwe diqefêlin.

Digel sir û seqem û hewaya sar welatî lepik dixin destê xwe û masiyan diqefêlin û li vê derê seyranê dikin û wextê xwe derbas dikin.
Ji welatiyan Alî Haydar Yavaş got ku ew zivistanê bi vî qaydî masiyan diqefêlin.
Kenan Kazan jî destnîşan kir ku bi vî qaydî ew qasî têra xwe masiyan digirin û eleqeya xwe bi yê mayî nakin.