Muhammet Kurşun
16 Sibat 2018•Rojanekirin: 17 Sibat 2018
LOS ANGELES
Lîstikvana Amerîkî Jennifer Aniston û Justin Theroux ji hev cuda bûn.
Theroux û Anistonê bi rêya gotebêjên xwe yên çapemeniyê daxuyanî dan Associated Pressê û ragihandin ku zewaca xwe ya 2 sal û nîvan bidawî anîne.
Herduyan jî diyar kir ku ji bo zêdetir spekulasyon çênebin biryar dane ku daxuyaniyeke wisa belav bikin.
Lîstikvan Aniston û aktor, senarîst û derhêner Theroux, sala 2012 dergistî bûbûn û 2015an jî zewicîbûn.
Zarokên vê malbatê tunene û herdu jî di filmê "Wanderlust" (2012) de bi hev re xebitîbûn.