Türkan Tosun
19 Sibat 2018•Rojanekirin: 20 Sibat 2018
LONDRA
Akademiya Hunerên Fîlm û Televizyonê ya Îngilizan (BAFTA) bi merasimekê xelatên vê salê belav kirin.
Merasim li Londraya paytextê Îngiltereyê di salona konserê ya Royal Albert Hallê de hat lidarxistin.
Lîstikvanên navdar ên wek Angelîna Jolîe, Jennîfer Lawrence, Natalîe Dormer, Salma Hayek û yên din bi cil û bergên xwe yên rengîn va li ser xalîçeya sor meşiyan.
Fîlma bi navê "Three Billboards Outside Ebbing, Missouri" ya ku derhênerê wê Martin McDonagh e, xelata fîlma herî baş girt. Serlîstikvana fîlmê Frances McDormanda esl xwe ji Amerîkayê ye xelata lîstikvana jin a herî baş hilda. Fîlmê xelatên senaryoya herî baş û fîlma Îngilizan a herî jî hilda.
Lîstikvanê Îngiliz Gary Oldman jî ji ber lîstikvaniya xwe ya di fîlma "Darkest Hour"ê de xelata lîstikvanê mêr ê herî baş qezenc kir.
Guillermo Del Toroyê ji Meksîkayê ye ji ber fîlma xwe ya "The Shape Of Water" xelata derhênerê herî baş hilda.
Xelatên BAFTAyê û kesên ku xelat qezenc kirine wiha ne:
Fîlma Herî Baş: Three Billboards Outside Ebbing, Missouri
Derhênerê Herî Baş: Guillermo Del Toro (The Shape Of Water)
Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş: Gary Oldman (Darkest Hour)
Lîstikvana Jin a Herî Baş: Frances McDormand (Three Billboards Outside Ebbing, Missouri)
Lîstikvanê Mêr ê Alîkar ê Herî Baş: Sam Rockwell (Three Billboards Outside Ebbing, Missouri)
Lîstikvana Jin a Alîkar a Herî Baş: Allison Janney (I, Tonya)
Senaryoya Herî Resen: Three Billboards Outside Ebbing, Missouri
Belgefîlma Herî Baş: I Am Not Your Negro
Fîlma Îngilizan a Herî Baş: Three Billboards Outside Ebbing, Missouri
Sînematografiya Herî Baş: Blade Runner 2049
Fîlma Anîmasyonê ya Herî Baş: Coco
Fîlma Herî Baş a Biyanî: The Handmaiden
Sêwirandina Produksiyonê ya Herî Baş: The Shape Of Water
Efekta Dîtbarî a Herî Baş: Blade Runner 2049
Makyaj û Porê Herî Baş: Darkest Hour
Sêwirandina Cil û Bergan a Herî Baş: Phantom Thread
Dengê Herî Baş: Dunkirk
Muzîka Herî Resen: The Shape Of Water
Xelatên BAFTAyê yên ku du hefte beriya merasima xelatên Oscarê tên dayîn ji bo kesên ku wê xelata Oscarê bigrin dibe nîşaneyek.