Haydar Şahin
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
ŞIRNAK
Li Şirnexê xwendekaran ji bo danasîna bajêr hetanî Deriyê Sînor ê Xabûrê bîskîlet ajot.
Xwendekarên Lîseya Zanistên Civakî ya Fatîhê ya Şirnexê ji bo "Projeya Tenduristî û Tebîet Bi Bîskîletê Tên Ba Hev" a di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Projeyên Ciwaniyê ya Wezareta Spor û Ciwaniyê da hat lidarxistin li parka tiran a Îdareya Taybet a Bajêr kom bûn.
Xwendekaran paşê hetanî deriyê Sînor ê Xabûrê bîskîlet ajot, li turîstên xwecî û biyanî broşurên qala çand û dîroka bajêr dikin belav kirin, şirînahî îkramî wan kirin.
Ajokarên li bend bûn derbasî Iraqê bibin jî eleqeyeke mezin nîşanî xebata xwendekaran dan. Ajokaran bi çepikan piştgirî dan xwendekaran.
Xwendekaran broşur dan ajokaran û şirînahî îkramî wan kirin.
Fethî Sevenê Alîkarê Midûrê Lîseya Zanistên Civakî ya Fatîhê got armanca xebata wan ew e ku qala çand û dîroka Şirnexê bikin.
Seven destnîşan kir ku xwendekaran di çarçoveya projeyê da ji parka tiran hetanî Deriyê Sînor ê Xabûrê bîskîlet ajotin li turîstên xwecî û biyanî broşurên qala çand û dîroka bajêr dikin belav kirin û wiha axivî: "Armanca me ew e ku turîstên ji Iraqê tên bira li Şirnexê jî bigerin û tevkariyê bidin aboriya esnafên bajêr. Ji kesên keda wan tevlî projeyê bûn ra sipas dikim."
Zana Aktucê xwendekar got ji bo li mêvanên tên Şirnexê pêşwazî bikin û bajêr bidin nasîn li vê derê ne.
Hanim Batmazê jî got ji ber ku tevkariyê didin danasîna Şirnexê zehf kêfxweş e.
Pervîn Oterê ji kesên keda wan tevlî projeyê bûn ra sipas kir.