Türkan Tosun
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 23 Mijdar 2018
ELEZÎZ
Li Baskîla navçeya Elezîzê baxçeyên mişmişan di demsala payîzê da xweşiktir û rengîn xuya dikin.
Piştî Meletî û Mersînê Elezîz li Tirkiyeyê ji wan sê bajaran yek e ku herî zêde mişmiş lê tên berhevkirin.
Li Elezîzê li ser erdekî 100 hezar dekarî ji milyonekî zêdetir darên mişmişan hene û ji van daran di nav salê da 60 hezar ton mişmiş tên berhevkirin.
Ji sedî 80 mişmişên bajêr ji navçeya Baskîlê tên bidestxistin.
Li gundên Baskîlê yên ku nêzîkî Gola Bendavê ya Karakayayê ne rengê pelên darên mişmişan zer bûne û keskeke cuda jî xwe pelên daran pêçaye.
Rengên curbicur ên daran û şînahiya golê dîmenên xweş derdixin holê.
- "Huzneke şêrîn li ser daran çêdibe"
Alî Yusuf Kurtê ku li gundê Şêx Hesenê cotkariya mişmişan dike ji nûçegihanê AAyê ra got karê mişmişan karekî pir zehmet e û gelek fedakariyê dixwaze.
Kurt got dema karê berhevkirinê diqede û ew mişmişên xwe difroşin di nav baxçeyên reng rengî da ew bêhna xwe didin û xwezayê temaşe dikin.
Kurt dîmenên baxçeyan şibande tabloyeke wêneyan û wiha dewam kir: "Huzneke şêrîn li ser daran çêdibe. Qey ku dibêjin 'Bi xatirê we, me îsal jî qedand'. Paşê car din hêdî hêdî şîn dibin. Demsala payîzê li baxçeyên mişmişan cuda ye, dema ku ew kulîlkan didin jî cuda ye."
Vehbî Kurtê ku karê mişmişan dike jî behsa xweşikiya baxçeyên mişmişan kir û got ew her kesî vedixwînin Baskîlê ku bila vê xwezayê û xweşikiya darên mişmişan bibînin.