07 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
KARS
Welatiyên li quntara Çiyayê Allahuekber a li ser sînorê Qers û Erziromê dijîn, lîstika cirîdê dilîzin û nahêlin were jibîrkirin.
Gundiyên li navçeyên Selîm û Sariqamişê dijîn zivistanê jî digel serma û seqemê rojên yekşemê cirîd diavêjin.
Welatî di pêşbaziyên cirîdê da guh nadin berf û çamûrê û her dem dilîzin.
Serkan Tepeyê Serokê Kulûba Werzişa Cirîtê ya Çiyayê Allahuekber daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir bi salan e ji bo neyê jibîrkirin cirîd diavêjin.
Tepe diyar kir cirîd bi saya nifşan heta îro hatiye û wiha got: "Cirîd bi saya nifşan heta niha maye. Ji ber tunebûna alîkariyê yên vê werzişê dikin, kêm dibe. Bila rayedar ji me ra bibin alîkar."
Selçuk Başkayayê (30) li gund pêşbaziyên cirîdê amade dike diyar kir 17 sal in li ser pişta hespê cirîd diavêjin.
Başkaya destnîşan kir divê ev werziş neyê jibîrkirin û wiha got: "Berê 40 hesp hebûn, niha 8-10 hesp hene. Lewra piştgirî kêm e. Li her bajarî federasyon heye û piştgiriyê didin, lê li vir tuneye. Ji bo li Qersê ev dewam bike divê alîkarî hebe."