05 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
DIYARBAKIR (AA) - Li Diyarbekirê bi destê nivîskar, lêkolîner, akademîsyen û nûnerên hin rêxistinên civaka sivîl Platforma Çandê ya Diyarbekirê (PÇD) hat avakirin.
Berdevkê PÇDyê Abdulkadîr Arslanoglu di civîna danasînê ya ku li otêlekê hat lidarxistin da axivî û destnîşan kir ku Diyarbekir mazûvaniya bi sedan sehabeyan dike û herwiha bajarekî pîroz e ku pêsîra xwe ji grûbên baweriyên cuda ra vedike.
Arslanoglu di axaftina xwe da wiha got, "Eşkere ye ku kêşeyên herî mezin ên Diyarbekira me bêkarî, îstixdam û kêmasiya danasînê ye. Ji ber hindê karê herî muhîm ê ku divê bê kirin ew e ku divê veberhênerên ji rojava bên qanîkirin ku werin û veberhênanê bikin. Ev platforma ku ji çend Diyarbekirhezan pêk tê û bêyî ku li pey tu îdeolojiyê biçe, bi tenê dixwaze ku ev bajarê kevnare were asta ku heq dike. Ji ber hindê bêşik platform hewceyî alîkariya hemşehriyên xwe ye."
Arslanoglu wiha bal kişand ser 16ê Nîsanê, "Emê di referandûma 16ê Nîsanê da wekî platform jidil bibêjin 'erê'."