BURSA
Suheyla Yilmaz San ya ku 6 sal e li Bursayê bi hunera kulav re eleqedar dibe êdî ji kulav berhemên sêberî çêdike.
Sanayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku dixwaze tiştên nû çêbike.
Sanayê diyar kir ku kesên ku bi hunerê re eleqedar dibin dikarin tiştên resen derxin holê û wiha got:
"Ji bo kesên afirîner bêderfetî derfeteke mezin e. Bi rihekî afirîner meriv dikare derfetên nû çêbike."
Sanayê bal kişand ser ferqa di navbera nêrîn û dîtinê û destnîşan kir ku carna kevirek jî ji bo hunermend dibe îlham.
Sanayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Heke hûn ji xwe bawer bin hûn ê bi ser kevin. Hin kes dibêjin piştgirî şert e, lê bi ya min ne şert e. Bernameyeke pêşbaziyê îlham da min, yekî bi boyaxên rûn wêneyekî sêberî çêkir û min jî got ez ê li ser kulav vê biceribînim. Min xebateke xwe da pêşangehekê û gelekî hat ecibandin."