BITLÎS
Tîma Şanoyê ya BÎSADê ya girêdayî Komeleya Çand û Hunerê ya Bidlîsê, lîstika şanoyê ya bi navê "Qereqola Cibalî" wergerand kurmancî.
Tîma Şanoyê ya BÎSADê, şanoya bi navê "Qereqola Cibalî" ya ku hunermendê şanoyê Nejat Ûygûr nivîsîbû wergerand kurmancî, lîstik dê li navend û navçeyên Bidlîsê bê pêşkêşkirin.
Derhênerê Giştî yê Hunerê yê Şanoya BÎSADê Muslum Guzeltaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û da zanîn ku daxwaza wan ew ku li Bidlîsê û herêmê tiştên ewilîn pêk bînin û wiha dewam kir: "Îsal jî cara ewil me şanoyeke tirkî wergerand kurmancî û mora xwe li ser ewilînekê xist."
Guzeltaş wiha pê de çû:
"Şanoya bi navê "Qereqola Cibalî" ya ku rehmetiyê Nejat Ûygûrê hunermendê gewre yê şanoyê nivisî û di naverokê de hêmayên siyasî tunene em ê kurmancî pêşkêş bikin. Em ê lîstikê pêşiyê li navçeyan û navenda bajar pêşkêş bikin. Niha eleqeyeke mezin nîşanî şanoya me didin. Daxwaza me ew e ku ev eleqe mezintir bibe. Ez spasiyên xwe pêşkêşî lîstikavanên me yên ji bo amadekirinê ked dan û burokratên ku piştgirî dan me dikim. Her çiqas dema ku me şano amade kir ji hêla aboriyê ve hin pirsgirêk derketin pêşberî me jî ji bo tiştên baş derkevin holê em hewl didin."
"Bandora pêvajoyê li ser xebata me heye"
Guzeltaş da zanîn ku wan du sal berê biryara wergerandinê girtin, lê hin koman ew rexne kirin. Bi pêvajoya çareseriyê re xebatên xwe di qadeke azad de birêvebirine û pêşkêş kirine.
Guzeltaş got: "Li herêma me lîstikên kurmancî qet nedihatin pêşkêşkirin. Lê me li ser navê hunerê got 'huner cîhanî ye.' Em ê bi vê rêgezê hewl bidin da ku lîstikên bi zimanên cuda amade bikin. Li herêmê tenê li Diyarbekir û Batmanê lîstikên şanoyê yên kurmancî dihatin pêşkêşkirin. Em ê jî vê lîstika xwe pêşkêş bikin. Ez hêvî dikim ku temaşevanên me jî lîstika me biecibînin."