Piştî ku Hewlêr wekî "Paytexta Tûrîzm û Çandê ya Welatên Ereban a 2014an" hat hilbijartin ji Almanya, Brîtanya, Tirkiye û welatên Ereban gelekî weşanxane beşdarî fûarê bûn û kitêbên xwe yên bi zimanên cûr be cûr bi xwendevanan re par ve kirin. Li fûara ku di warên cuda cuda yên mîna wêje, dîrok, dîn, felsefe, siyaset û aboriyê de bi hezaran pirtûkan cî girt de ji bo zarokan jî weşanên fêrdar hene.
Peywirdarê Weşanxaneya Semerkandê Nasrûllah Geylaniyê ku ji Tirkiyeyê hat di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê Anadolu Agencyê de got ku du sal in ku ew beşdarî fûara kitêban ya Hewlêrê dibe û wiha pê de çû: "Di serdemên berê de li bajarên mîna Bexda, Besra û Kûfeyê alimên Îslamê perwerde dibûn û ev der ji aliyê hemû dinyayê ve wekî navenda ilmê dihat qebûlkirin. Em gelekî watedar dibînin ku li welatekî bi vî rengî pêşangeheke kitêban tê lidarxistin. Bi zimanê erebî û tirkî pirtûkên me hene û em ji eleqeyê jî gelekî memnûn in."
Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya ku li Parka Samî Abdurrahman hat lidarxistin dê heta 12ê nîsanê mazûvaniya kitêbhezan bike.