Muzeya Mozaîqê ya Zeûgmayê bû nîşaneya tûrîzma herêmê. Ev muze li dinyayê muzeya mozaîqê ya herî mezin e.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê berhev kir, muze bi awayekî fermî di 9ê îlona 2011an de vebû û li ser 30 hezar qeremêtreyî hatiye avakirin. Muze ji aliyê tûrîstên biyanî û xwemalî ve her tim tê ziyaretkirin.
Di sala 2012an de Xelata Mezin Çand û Hunerê ya Serokomariyê dan muzeyê. Di muzeyê de keça çîngene, peykera marsê, kaniyên dewra Romayê û mozaîqên ku di vîllayên qeraxê Çemê Firatê de ne, tên pêşandan.
Muze di demeke kurt de bû nîşaneya bajêr û roj bi roj hejmara kesên ku muzeyê ziyaret dikin, zêde dibe. Heta niha 620 hezar kesî muze ziyaret kiriye. Par jî 206 hezar û 676 kesan li muzeyê geriyan.
Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Dîlokê Ergun Ozuslu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bilî welatiyên Tirkiyeyê, ji herêmên cuda cuda yên dinyayê gelek kes tên ziyareta Muzeya Mozaîqê ya Zeûgmayê û kêfa wan ji muzeyê re tê.
Eruslu bal kişand ku hingî ku muze vebûye, nêzî nîv milyon kesî muze ziyaret kir û wiha pê de çû: "Her sal hejmara ziyaretgeran zêdetir dibe. Par jî hejmar ji 200 hezaran derbas bû û rekoreke nû çêbû. Em îsal li benda 250 hezar kesî ne."
Eruslu got ku di muzeyê de herî zêde keça mirtib tê meraqkirin.