Duyemîn Mîhrîcana Qerecdaxê ya Çand û Hunerê ya ji aliyê şaredariya Vîranşehîrê ve duh hat lidarxistin bi "Meşa Karwanê" dest pê kir.
Komeke di nav de Parlamenterê BDPê yê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Tirk, Parlamenterê BDPê yê Şanliûrfayê Îbrahîm Bînîcî û jinên ku cil û bergên herêmî lixwekirî bi def û zirneyê hetanî Navenda Çand û Hunerê ya Medê meşiya.
Ahmet Tirk li vir axivî û bal kişan li ser girîngiya pêvajoya çareseriyê û got: " Divê gelê me pêvajoyê bi baldarî bişopîne û binirxîne. Heke ku em yekîtiya xwe neparêzên û berxwe nedin û xwe bi xwe hêzdar nekin ew ê li gelê me zilm bê kirin. Heke daxwaza me aştî be û rawestina dengê çekan bê, divê em xwe hêzdar bikin. Em dê heta hetayê li aştiyê xwedî derbikevin û ji bo rawestina dengê çekan têbikoşon. Hûn bi halwesta xwe dikarin piştgiriyê bidin siyaseta aştîxwaz û wê biparêzên. Heke hûn bi awayekî biryardar tevbigerin, ew kesên ku îro me înkar dikin, we înkar dikin, dest dane li ser maf û azadiya me dê paş ve gav biavêjin."
Mîhrîcana ku duh dest pê kir dê sibê bi dawî bibe. Di çarçoveya mîhrîcanê de dê panel bên lidarxistin û konser û şano bên pêşkêşkirin.