İbrahim Atmaca
21 Tebax 2019•Rojanekirin: 26 Tebax 2019
Li Mûşê kevneşopiya sedan salan a "di conî da kutana genim" dewam dike.
Gundiyên gundê Sosnût (Karakuyu) ku 15 kîlomêtre dûrî navendê de, hê di conî da bi mêrkutan genim dikutin û kevneşopiya bav û kalên xwe didomînin.

Ji şêniyên gund Vedat Kavşut diyar kir, ji bo ku ev kevneşop ranebe ew her sal ser bêderan li ser coniyên hin gundiyan savar û genim dikutin.
Kavşut got ku tehma genim û savarê ku di conî da tê kutan xweştir e û ji aliyê tenduristiyê va baştir e û wiha dewam kir:"Ez hêngî bûme em di conî da savar û genim dikutin. Em dixwazin kevneşopiya bav û kalên xwe nedin jibîrkirin. Ji ber ku xêr û bereket û tehma savar û genimê conî xweştir e, em vê rêbazê tercîh dikin. 2 jin teneke savar di nav du saetan da dikutin û amade dikin."

Azîze Kavşutê jî got ku ji ber ku berê derfetên teknolojîk tunebûn, genim di gêleyan da dihat kutan û ew ji wê demê heta niha vê kevneşopiyê didomînin.
Kavşutê destnîşan kir, ew piştî ku genimê xwe dişûn, savarê xwe dikelînin û ziwa dikin, bi mêrkutan di conî da dikutin, her çend karekî zehmet be jî ew vê kevneşopiyê didomînin.