Di meha remezanê de biratî xurt dibe, cîran bi hev re demê derbas dikin, dewlemend û xizan li ser heman sifrê rûdinên û xurekên cur be cur ên bi tam tên çêkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Portala Çanda Tirkiyeyê ya Wezareta Çand û Tûrîzmê ber hev kir, çanda her dever û herêmê cur be cur e û meha remezanê jî li gor rîtuelên herêman derbas dibe û li herêman xurekên cur be cur ên bi tam tên çêkirin.
- Xurekê taybet yê Vanê "Qavût"
Piştî ku savar dikelînin, dibin aş û dihêrin, savar alîkî diçe, toza savar jî alîkî jê safî dibe û li herêmê jê re "Qavût" an jî "Poxîn" tê gotin. Ev poxîn xwerû nayê xwarin. Poxîn û rûn tevê hev dibe û germ e germ tê xwarin. Ev xwarin ji bilî taştê, di meha remezanê de paşîvê jî tê xwarin. Dibêjin ku poxîn ji dema Ûrartûyan û vir ve heye û ûrartûyan di dema şer de ev xwarin ji bo xidayê dida leşkerên xwe.
-"Paytexta şîraniyên cur be cur" Antep (Dîlok)
Peqleweya navdar a ku pir jê tê hezkirin, hem di meha remezanê de hem di cejnan de û hem jî di dewatan de pir tê xwarin. Dema ku peqlewe tê gotin, Dîlok tê bîra yekî, lewra peqleweya Dîlokê meşhûr e. Beqleweya Dîlokê wek kevneşopekî didome û dema çêkirina wê de jî hostayên pispor bi awayekî titîz çêdikin. Li Dîlokê ji bilî peqlewê şobiyet, bulbul yuvasi, dolama, qedayîf, kunefe, helewa bikuncî, helewa bigûz, helewa binok û kûymak heye.
Ji bilî van kahke û qetmer jî ji bilî Dîlokê li tu derê tunene. Li Dîlokê kadeyên şor, şirîn, xwerû û bikuncî re kahke tê gotin û ev peyv di erebî de tê mena bazinê.
- Erzirom bi dolmeya xwe ya qedayîfê ve meşhûr e
"Dolmeya qedayîfê" li Erziromê meşûrtirîn şirînayîk e. Ev dolme bi qedayîfa têl, gûz, hêk û hingiv tê çêkirin.
Li Erziromê ji bilî vê xwarinê di meha remezanê de herî zêde "Mehîr" tê xwarin.