20 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
PEKÎN
Li rojavayê başûrê Çînê li eyaleta Siçûanê li noqteya ku çemê Mîncîangê û çemê Cîncîangê digihîjin hevdu, ji keştiyên ku qedera 400 sal berê li vir binav bûn, bêtirî 10 hezar alavên ku ji zêr, zîv û madenên din ên binirx hatine çêkirin, hatin derxistin.
Ajansa Şînhûayê ragihand ku arkeologên ji Çînê di binê çem da vekolîn û lêkolînê dikin û herwiha di nava alavên ku hatin derxistin da gelek pereyên madenî, şûr, kêr, mucewher û rim hene.
Dîrektorê Enstîtuya Berhemên Çandî û Lêkolînên Arkeolojîk a Siçûanê Gao Dalûn diyar kir alavên ku ji keştiyan hatin derxistin, nexşên ser wan pir diyar in û herwiha destkariya wan bêqusûr e.