07 Sibat 2017•Rojanekirin: 11 Sibat 2017
CAKARTA
Li Cakartaya paytextê Endonezyayê mizîsyenên kuçeyan di otobês û minibêsan da mizîkê lê dixin û ji rêwîtiyê da rêwiyan kêfxweş dikin.
Mizîsyenên kuçeyan li gelek ciyên Cakartayê wek firsend li tunebûna teybên minibêsan mêze dikin.
Rêwîtiya minibêsan bi mizîka van mizîsyenan bişahî derbas dibe û rêwî zêdehiya ser pereyan ji ajokar distînin û didin van mizîsyenan.
Ajokarên minibêsan perê serê mizîsyenên ku bi wan ra tên nastînin.
Ahmad Safranê ku debara xwe bi vî karî dike got ku karê wan zehf hêsan nîne û wiha axivî: "Gel wetrê karê me rêya bi hêsanî qezenckirina pereyan e. Ya rastî di wesatiyeke ku diçe da lêxistina ensturmanê û gotina stranê qet hêsan nîne. Merivan zehf diwestîne. Hin caran ji germahiyê difetisin hin caran di binê şilî û şilopeyê da dimînin dibin av."

Safran diyar kir ji karê xwe hez dike û wiha got: "Di minibêsan da teyb tuneye. Em jî rêwiyan kêfxweş dikin."
Mizîsyen li gor hejmara rêwiyan rojê 3-7 dolar qezenc dikin.
Minibêsên bi zimanê herêmî jê ra dibêjin "kopaja" û bi destan tên duristkirin, êdî nayên çêkirin.
Li Cagartayê wesayitên teze hene û bi vebûna metroyê ra wê di nav çend salan da bên rakirin.
Qederê 30 kes dikarin li kopajayan siwar bibin û li gor wesayitên din erzan in. Seferên kopajayan li bajarên wek Bogor, Depok, Tangerang û Bekasiyê zêde ne.