07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
MOSKOVA
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû ragihand ku bi emrê Serokê Dewletê Vladîmîr Pûtîn dest bi "kontrola demildest" li hêsên asmanî kirine.
Şoygû di daxuyaniya xwe ya li çapemeniya Rûsya belavbûyî de diyar kir ku ji bo kontrolkirina berevaniya hêzên asmanî li hemberî êrişeke muhtemel û agahdarbûna ji rewşa parastina hewayî dê tetbîqat û perwerde bên kirin.
Di artêşa Rûsyayê de ji sala 2011an vir ve bi emrê Pûtîn car caran kontrolên demildest tên kirin. Ev tetbîqat ji bo testkirina amadehiya artêşa li hemberî şerekî ne.