İbrahim Atmaca
09 Gulan 2017•Rojanekirin: 11 Gulan 2017
ANKARA
Arkeologan li Luksora bajarê Misrê qada kolanê ya Dra Abu el-Naga baxçeyekî meqberê yê 4 hezar salî dît.
Konseya Lêkolîna Neteweyî ya Sipaniyayê (CSIC) daxuyand, hebûna baxçeyên meqberê berî niha tenê ji teswîrên li ser îkonan dihat zanîn, lê mînaka wê ya berbiçav cara ewil li Misrê di kolînê da derketin ser rûyê dinê.
Ekîba ku Prof. Dr. Jose Manuel Galan pêşengtiyê dike, ji bermahiyên ku ji salên 2000î yên berî mîladê mane, aîdê serdema Hanedanê 12emîn e. Wê demê li Misirê Qraltiyên Nîla Jor û Nîla Jêr cara ewil li Tebê gihîştin yekîtiyê û bûn qraltiya yekbûyî.
Beraya baxçe du metre, dirêjahiya wê sê metre ye. Baxçe li ber goreke di nav zinarekî qoqilandî da hatiye çêkirin. Çaviyên baxçe 30 santîmetreqare ne. Di her çaviyekê da li gor wesiyeta kesê gorê dar û nebat hatine danîn.
Ji bilî baxçeyê meqberê çaviyeke dia ku ji kerpîçan hatiye çêkirin û bi gorê va ye jî hat dîtin. Ev çavî jî îlaweyê hatiye çêkirin û beriya mîladê di salên 1800î dewra Hanedanê 13emîn da hatiye duristkirin.