Haydar Şahin
14 Tebax 2019•Rojanekirin: 16 Tebax 2019
Li Mûşê dest bi komkirina îsotên kapya yên ku Midûriyeta Çandinî û Daristanan ji bo piştgiriyê şitlên wan dabûn cotkaran kirin.
Zemzem Severa li Axaçlika gundê li ser navendê cotkariya îsotên kapya dike diyar kir ku hezar û 400 şitlên ji Midûriyeta Çandinî û Daristanan sitanbû li ser dolimek erdî çand.
Severê got tehma îsotên li Deşta Mûşê tên çandin ji ber taybetiya ax û hewayê zehf zêde ye, li bendê ye ku ji dolimek erdî 2 ton û 300 kîlo îsot kom bike.

Severê diyar kir ku kîloya îsotê bi 2,5 lireyî difroşe, şaxên bi destê Midûriyeta Çandinî û Daristanan hatin dayîn bûn dahateke girîng û ew ê hetanî dawiya mijdarê komkirina îsotan bidomîne.
Mehmet Çelîkê cotkar jî got ku 860 şitlên ji Midûriyeta Çandinî û Daristanan sitandibû li ser 2 dolim erdî çand, li bendê ye ku kêmzêde 3 ton îsot kom bike.