Sevim Hatun
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 11 Tebax 2017
MUŞ
Midûrê Bajêr ê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Ergun Çolakoglu got ku li bajêr kandêla zebeş û petêxan dest pê kir.
Çolakoglu ji rojnamegeran re daxuyand ku dahata zebeş û petêxên ku li bajêr tên çandin bi qasî 25 milyon lireyî ye.
Çolakoglu destnîşan kir ku cotkarên mûşî û malbatên ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tên li vê derê zeviyan kirê dikin, zebeş û petêxan diçinîn. Çolakoglu got ku îsal ber baş e, nêzî 60 tonî zebeş û 14 tonî petêx wê hebe.
Memet Alî Daltayê li Şenovaya gundê ser navendê 25 donum erezî ji bo reşandinê kirê kir got ku îsal ber baş e û wiha dewam kir:
"Li Mûşê kandêlkirina zebeş û petêxan dest pê kir. Em li ser rêbeja Mûş-Bîngol û Mûş-Erziromê, nêzî pireya Muradê dezgehên seyar datînin, difroşin. Zebeş û petêxên me organîk in. Tehma wan xweş e. Ji bo vê yekê daxwaza ji bo petêxên Mûşê zêde ye. Ji ber ku li Mûşê ciyê bazarê tuneye em li ser rêyan kîloyê bi lireyekî didin."