Nihat Kavşut
31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
MUŞ
Navenda Ciwanan ya Midûriyeta Spor û Xizmetên Ciwanan ya Mûşê qursa kişikê vekir û 15 xwendekar beşdar bûn.
Tahsîn Demirciyê Nûnerê Mûşê yê Federasyona Kişikê ya Tirkiyeyê destnîşan kir dixwazin xwendekarên li Mûşê perwerde dibin tevlî tîma neteweyî bibin.
Demircî destnîşan kir xwendekaran 2 hefte berê dest bi qursê kirin û wiha got: "Armanca me ew e zarok ji tiştên kirêt dûr bisekinin û kişikê fêr bibin. Xwendekarê me yê herî biçûk 5 salî û yê herî mezin 12 salî ye. Qursa me wê 12 meh dewam bike."
Murat Karataşê Midûrê Navenda Ciwanan destnîşan kir dixwazin zarok di pêşerojê da tevlî pêşbirkan bibin.
Rabîa Akyureka 12 salî ya tevlî qursê bû destnîşan kir ji kişikê zehf hez dike û got ez dixwazim tevlî pêşbirkên kişikê yên li Tirkiyeyê bibim.