17 Gulan 2016•Rojanekirin: 20 Gulan 2016
VAN
Qursên ku Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Wanê di çarçoveya Projeya Alîkariya Civakî (SODES) da dide eleqeyeke mezin dibîne.
Muzaffer Aktugê Midûrê Çand û Tûrîzmê destnîşan kir ku di warê muzîk, destxet, hunera ebruyê û hwd. da qursên cur bi cur hene û got eleqeyeke mezin ji bo qursan heye.
Aktug diyar kir ku qursên di çarçoveya SODESê da 2 meh e dewam dikin û wiha xeberda: "Vê gavê hejmara kesên ku tên qursan gihîştiye 224 kesî. Hê jî qeydên qursan dewam dikin. Di warê tembûr, gîtar, keman, destxet û hunera ebruyê da hefteyê 3 roj qursên me hene."