Haydar Şahin
26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
GAZÎANTEP
Beyrana bi tescîl a xwarina Gazîentaba ku UNESCOyê tevlî nav lîsteya "bajarên ecêb" ên gastronomiyê kiribû quwetê dide bedena merivan û ji nexweşiyan diparêze.
Beyran li ser agirê gur tê çêkirin û tê da goştê berxan, baharat û sîr hene, bi van taybetiyên xwe va beyran ji bo şifayê tê xwarin.
Prof. Mustafa Arazê Hîndekarê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Gazîentabê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku beyna ji bo arsim, zekem û nexweşiyên sermayê zehf kêr tê.
Araz bal kişand ku beyran quwetê dide bedenê û got, "Îsota sor, sîr û lêmûn ji bo arsim û zekemê zehf kêr tên. Berê ku em nexweş diketin dayikên me ji me ra şorbeya goşt û mirîşkan çêdikirin. Ev jî wek wê ji bo nexweşiyan baş e. Li Gazîentabê havîn û zivistan vê şorbeyê dixwin."
- Ji bo şifayê dixwin
Mehmet Yozbatiranê hosteyê beyranê jî got bi taybetî zivistanê eleqeyeke mezin nîşanî beyranê didin, şobeyê bi birinc û goştê berxan çêdikin.
Yozbatiran destnîşan kir ku bi sîr û baharatan va tehma wê zehf xweş dibe û beyran quwetê dide bedena merivan û ji nexweşiyan diparêze.