Rauf Maltaş
22 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2024
Ji ber ku Şanliurfa li "Tora Bajarên Aferîner" ya UNESCOyê hat zêdekirin, sibe dê lansman bê lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Şanliurfayê Mehmet Kasim Gulpinar beriya "Lansmana Bajarê Muzîkê ya UNESCOyê" ya ku dê sibe bê lidarxistin, digel hunermendê Şanliurfayî Îbrahîm Tatlises civiya.
Gulpinar tekezî li wê yekê kir ku ji bo danasîna Şanliurfayê ew plan dikin mazûvaniya çalakiyeke gelekî giring bikin û got, "Ji bo şeveke ku Şanliurfayê ra pirr giring e, gelekî baş e ku Îbrahîm Tatlises bi me ra ye. Heke malê dinyayê serf bikin, serwetekê jî xerc bikin, hûn nikarin danasîna ku Îbrahîm Tatlises ji bo Şanliurfayê bike, bikin. Dema Şanliurfa tê gotin, Îbrahîm Tatlises tê bîra meriv. Lansmana Bajarê Muzîkê ya UNESCOyê ji bo nasandina bajêr gelekî giring e."
Hunermend Îbrahîm Tatlises jî ji ber ku piştî dirêjê salan hatiye memleketê xwe kêfxweşiya xwe anî ziman û got, "Ez j ber ku şaredarê me ez vexwendim gelekî şanaz im. Ezê xwe tenê bihêlim, we tenê nahêlim."
Di çalakiya "Lansmana Bajarê Muzîkê ya UNESCOyê" ya ku dê sibe bê lidarxistin da, ewê bi Orkestraya Sînfonî ya Serokomariyê ra "Sitranên Urfayê yên Sînfonîk" werin gotin û ekîba Şeva Sîreyê ya Urfayê derkeve sehnê.