ANKARA - TUGBA OZGUR DURMAZ
Bale û Operaya Dewletê "Pêşbaziya Baleyê ya Îstanbûlê ya Navneteweyî" li dar dixe. Balêt û balêrînên navdar dê îsal cara çaremîn derkevin ser dikê. Ji bilî hunermendên navdar balêt û balêrînên ku dixwazin bibin navdar jî dê têbikoşin.
Ji bo pêşbaziyê serlêdana hilbijartinên DVDyê dest pê kir. Pêşbaziya baleyê cara ewil e ku li Tirkiyeyê çêdibe û di vî warî de pêşbaziya yekane ye.
Ji bo serlêdanên ewil ên pêşbaziyê heya 20ê Mijdara 2014an dê DVD bên şandin. Pêşbazî di sala bê de û di navbera 6 û 11ê Tîrmehê de dê bê lidarxistin û di pêşbaziyê de 55 hezar avro jî dê xelat bê belavkirin.