Derhênerê lîstikê Ferhat Keskîn, kareografê wê jî Serhat Kural e. Her du dengbêjên ku di lîstikê de kilam gotin jî ji hêla temaşevanan ve hatin ecibandin.
Lîstikvanên profesyonel Ozcan Ateş, Rêzan Kaya, Yavuz Akkuzu, Berfîn Emektar, Elvan Koçer, M. Emîn Yalçinkaya, Leyla Batgî, Gulê Ulusoy, Mehmet Musaoglu, Ayşe Sir yên Şanoya Bajêr a Şarederiya Mezin a Diyarbekirê cara ewil bi lîstika 'Daweta Xwînî' li Enqereyê derketin li ser dikê. Şanohezan eleqeyeke mezin nîşanî şanoyê dan.
Seroka HDPyê Sebahat Tuncel û alîkarê wê Ertugrul Kurkçu û parlamenterê xweser yê Mêrdînê Ahmet Turk jî şano temaşe kirin.
Mijara lîstîkê doza xwînê ya ku di nav du malbatan de ye. Bûk şeva dawetê tê revandin û ev bûyer dibe sedem ku doza xwînî car din xurt bibe. Derhêner Ferhat Keskîn di lîstikê de motîfên kurdan yên wek dengbêj, govend û cil û bergên kurdan ên kevneşop di lîstikê de bi kar tîne.
Parlamenterê Xweser yê Mêrdînê Ahmet Turk şano bi kêfxweşî temaşe kir û diyar kir ku bûyerên di nav lîstikê de rastiya vê axê ne. Turk der barê lîstik û lîstikvanan de wiha axivî:
"Bi rastî li ser vê axê gelek bûyerên dîrokî qewimîn. Ev rastiya axa Rojhilata Navîn, axa kurdan û ya vê axê ye. Îro li vê şanoyê ev tiştên ku me guhdar û temaşe kir heqîqeteke dîroka me ye. Ev zimanê kurdî, li gor çanda kurdî ev şano hat lîstin. Em dixwazin hemû çand û hunera kurdî, bibe wek şana dinyayê. Zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Zimanê kurdî ji aliyê wêjeyê ve, ji aliyê perwerdeyê ve, ji aliyê çandê ve gelekî pêş bikeve."
Turk diyar kir ku lîstikvanan baş lîst û wiha got: "Îro ciwanên me yên hêja, ji bo şanoya kurdî, ji bo xebata kurdî, xebateke gelekî balkêş, gelekî girîng û gelekî pîroz dikin. Em dixwazin rastiya kurdî, çanda kurdî û pêşeroja kurdî ji hela dinyayê ve bê naskirin, dinya wan nas bike. Hemû gel jî bizanibin ku kurd jî xwedî zimanekî ne, xwedî çanekê ne. Bi zimanê xwe ve jî dikarin şanoyê bikin, wêjeyê bikin û dikarin pêş bikevin."
"Bila cardin mirov hev du nekujin, bila aştî çêbibe'
Parlamentera HDPyê Sebahat Tuncel yek bi yek lîstikvan pîroz kirin û diyar kir ku wê cara ewil lîstika 'Hamlet' ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê bi kurdî temaşe kiriye. Tuncel got ku lîstika 'Daweta Xwînî' lîstika kurdî a duyem e ku ew temaşe dike û wiha got: "Bi ya min mijareke pir girîng e. Bi taybetî ji bo ku li Tirkiyeyê gel hev du baş fêm bikin, bi hev re bijîn û çanda hev bizanibin tiştekî girîng e. Ya rast yên hatibûn temaşe bikin herî zêde kurd bûn. Lê divê tirkan jî lîstikê temaşe bikira. Di lîstikê de binnîvîs jî hebû. Ji bo ku gel nêzî hev bibin pir girîng e."
Tuncelê got di nav vî halê ku peyva kurd û Kurdistanê qedexe ye de li Şanoyên Bajêr a Enqereyê lîstikeke kurdî pir girîng e û wiha axivî: "Him ji bo hêla hunerê a enternasyonalîst nîşan bide û him jî ber ku di hemû civakan de tiştên hevpar in ev pir girîng e. Di lîstika 'Daweta Xwînî' de mirov jinên ku ji hêla sîstemê ve hatine mexdûrkirin dibîne. Derhêner daxwaza aştiyê, xilaskirina şer û dagirkeriyê dike. Cardin bila mirov hev nekujin, bila aştî hebe. Bi ya min ev girîng e. Yanî bi hunerê daxwaza aştiyê, daxwaza jinan, daxwaza ekolojîk bi awayekî bandorane tê ziman. Ne bi tenê zimanekî ve, bi kurdî jî pir baş tê nîşandan. Her ziman xweş e, ji ber vê divê ziman neyên qedexekirin, divê ziman azad bin."
"Xeyala me ew bû ku em bi zimanê xwe yê zikmakî bi kurdî bileyzin"
Ozcan Ateşê ku di lîstikê de lehengê Leonardo dilîze diyar kir ku heta salên 2000î wî bi zimanê tirkî lîstik lîstiye. Lê wî her tim xeyal kiriye ku kurdî şanoyê bilîze.
Ateş wiha axivî: "Dema ku me bi zimanê tirkî lîstîk amade dikir me zehmetî dikişand. Ji ber ku ne zimanê dayika me bû. Min bi xwe zehmetî dikişand. Dersên dîksîyonê didane me, ji bo ku zimanê me wek yekî tirkan bikin, lê sedî sed ev ne mimkun bû. Ji ber ku em bi kurdî mezin bûne, rastiyeke me ye wisa hebû. Ji ber wê jî xeyaleke me hebû. Em şanoyê dikin, lê çima ew bi zimanê me nebe? Di sala 2003an de cara yekemîn me lîstika Murathan Mungan ya bi navê ‘Teziye’ derxist pêşberî gel. Wê deme kelecan û coşeke mezin di dile me de hebû. Me heta 2008an him bi zimanê tirkî û him jî zimanê kurdî lîst. Piştî 2008an me êdî wek rêveberî biryarek da ku vaye şanoyên dewletê hene ew bi zimanê xwe lîstikê amade dikin. Hewce heye cudatiyeke me hebe. Ew jî divê em hemû lîstikên xwe kurmancî bileyzin. Me biryarek da ku lîstika wisa amade bikin. Em salê ji bo mezinan 3 lîstikan, ji bo zarokan jî 2 lîstikan em bi zimanê kurmancî derdixin pêşberî gel. "
Li ser pirsa ku gelo pêvajoya çareseriyê li ser şanoya kurdî bandorek kir an na jî Ateş wiha axivî: "Pêvajoyê par dest pê kir. Hê gel pê nehisyabû lê di bingeha wê de tiştek hebû û dema ku em ji bo lîstika ‘Hamlet’ hatin cudahiyek hebû. Mirov hîs dikir. Îsal jî hin guherîn hene. Dema ku tişt diguherin aliyê çand û hunere ve mirov dikare têkiliyên xwe xurt bike. Biratî xweş û rehet tê avakirin. Bi rastî jî ji hela temaşevanan ve pirsgirêkeke me tune û li Enqereyê eleqeyeke mezin ji bo me heye. Ev 5-6 sal in em tên vê derê û tu carê ji aliyê temaşevanan ve pirsgirêkeke me çênebû û eleqeyeke mezin heye. Îsal dîsa salon tije bû û em sipasiya wan dikin ku me tene nahêlin. Carinan em di nav salê de du caran tên. Derfet çêbibe mirov dikare bi hemû lîstikên xwe bê. Lê divê têkîlî hebin. Heke me dawet bikin em dikarin dîsa bên."
"Jina kurd li her derê cefakar û fedakar e"
Elvan Koçera ku jina Leonardo dilîze jî diyar kir ku lehenga ku ew dilîze û jina kurd dişibin hev: "Bi zimanê xwe em hatin Enqereyê, ev hesteke gelekî xweş e. Bi salan e ev ziman hatiye qedexekirin û em bi vî zimanê ku bi salan e hatiye qedexe kirin hatin û ev pir girîng e. Jinên kurd li her dere û ji her aliyî ve cefakar in. Di şer de jî, di her aliyê jiyanê de jî tekoşîn li ser milên wan diçe. Dayikên me jî niha li holê ne, her tişt li ser milên wan dimeşe. Ev di lîstikê de jî heye. Nivîskar nivîskarê Îspanyolî ye û lîstik Îspanyolî ye, lê ji bo çand û jiyana me ev tişt nas in."
Koçerê diyar kir ku her çiqas di lîstikê de mêrê wê terka wê bike jî ew piştgiriyê dide wê jina ku bi mêrê wê re direve û wiha got:
"Lehenga min jî hinekî zor bû. Lê dîsa jî hember her tiştî derdikeve. Êşên ku ew dikşîne dayik jî dikşîne, bûk jî heman êşê dikşîne. Her du jî evîndar in. Ew jî dixwaze ku mêrê wê neçe li cem wê de bimîne, lê a din jî evîndar e. Di fînalê de dema ku ew bûkê guhdar dike heq dide wê û piştgiriya wê dike. Çend sal e ku me tirkî neleyîstiye. Dema ku em bi zimanê xwe dileyîzin em bêtir baş dilîzin. Rûh didin lehengan."
Serokê Daîreya Çand a Şarederiya Mezin a Diyarbekirê Muharrem Cebe jî got ku ew cara sêyem e ku hatine Enqereyê û wiha axivî: "Ev cara sêyemîn e ku bi lîstikên kurdî em tên Enqereyê. Sala par em bi lîstika ‘Hamlet’ hatibûn û qiyamet rabû, îzdiham çêbû. Lewra Hamlet di çapemeniyê de hatibû naskirin. Îsal jî ne ji bo ken, me xwest ku em gel piçekî xemgîn bikin. Dilê wan bila piçekî jî zîz bibe, hema bila çend hêsiran jî bibarînin. Wek Şanoya Bajêr a Şaredariya Diyarbekirê em salê 4 lîstikên mezin bi kurdî dilîzin. Ev lîstik jî a Lorca ye. Em hemû nivîskarên cihanê, destanên kurdî dilîzin. Ev sedî sed qala êşên me dike. Wek tercûmanê êşên me ye. Heke mirov Leonardo û mala Ferîsa jê derxe navên wan bike Ehmed û nizam çi sedî sed çîroka axa me ye. Ji ber wê jî me xwest ku em jî di eynikê de cardin xwe û êşên xwe bibinin."
Cebe got ku ew niha li ser berhema Mem û Zînê ya Ehmedê Xanê dixebitin û wiha axivî:
"Em niha li ser Mem û Zînê dixebitin. Metnê wê qediya biharê di meha adarê de wek lîstikeke li cihên rastî, li hundirê mekanekî dê bê lîstin. Wê li ser sahneyê neyê lîstin, di hundirê Mala Cemîlpaşa de em ê bilîzin. Lîstikvan ji xwe heman kes in. B qasî 30 kesî lîstikavan hene. Ji bo ku şanoya kurdî bê naskirin em beşdarî hemû mîhrîcanan dibin."
news_share_descriptionsubscription_contact
