Gulsen Olmezê diyar kir ku kurê wê yê 20 salî ji aliyê PKKê ve hat xapandin û PKKê ew bir serê çiyê. Olmezê got ku ji bo kurê xwe Bûrak Olmez ji Ardahanê hat û piştgirî da xwepêşandanê û li ser navê malbatê daxuyanî dan. Olmezê got ku di çarçoveya biryara ku dan de dê demekê xwepêşandane xwe li Ankarayê berdewam bikin.
Olmezê got ku "Me xwepêşandan li Diyarbekirê da destpêkirin û em dê dîsa vegerin Diyarbekirê lê ji bo niha em dê li Ankarayê berdewam bikin. Em dê biçin ber deriyê muhatabên ku vê pêvajoyê dan destpêkirin û ji hemû partiyên di parlementoyê de arîkariyê bixwazin. Em dixwazin ku temenê wan çiqas dibe bila bibe ji bo ku ciwan bikarin vegerin malên xwe, bingeha qanûnî bê amadekirin." Olmezê da zanîn ji bo ku agirê dilê dayîkan bê tefandin li benda piştigiriyê ne.
Hat diyarkirin ku dê malbat di saet 20.00an de bi rêya rêbejê biçin Ankarayê û malbatek jî dê li ber kona xwepêşandanê ya li Mêydana Dagkapiyê nobetê bigire.
Tê çaverêkirin ku dê malbatên ji herêmên cuda ên Tirkiyeyê jî piştgirî bidin xwepêşandana rûniştinê ya li Ankarayê.