Nihat Kavşut
04 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2019
Midûriyeta Herêmê ya Weqfan ya Şanliurfayê bi xebatên restorasyonê 5 mizgeftên ku kavil û wêran bûn nû dike.
Li Şanliurfaya ku di warê turîzma baweriyê da gelek girîng e Midûriyeta Herêmê ya Weqfan ya Şanliurfayê li çar aliyên bajêr xebatên restorasyonê didomîne û di serî da zeximkirina xîman qube, minare, ban, dîwar û hewşên mizgeftan nû dike.

Midûriyeta Herêmê ya Weqfan ya Şanliurfayê tevî Mizgefta Bazarê ku dîroka wê kevn e 5 mizgeftên berê bi maliyeteke qederê 10 milyon lireyî dibîne restore dike.
Mehmet Alî Palaliyê Midûrê Herêmê ya Weqfan ya Şanliurfayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir Şanliurfa mazûvaniya gelek medeniyetan kiriye û got ku gelek mizgeftên dîrokî yên tên zanîn li Şanliurfayê ne.
Palali destnîşan kir Şanliurfa yek ji wan bajaran e ku herî zêde lê mizgeft hene û wiha got: "Gelek mizgeftên ku ji dema Selçuqî û Osmaniyan mane hene. Em li Şanliurfayê niha 5 mizgeft restore dikin û qederê 10 milyon lire hatiye veqetandin. Xebatên me bi baldarî dewam dikin. Niha li mizgeftên Doşeme, Bazar, Hekîmdede, Birecik Magara û Sîverek Karakeçiyê xebatên restorasyonê didomin."