Adsız Günebakan
09 Îlon 2022•Rojanekirin: 11 Îlon 2022
Li Gazîentabê Muzeya Mozaîkê ya Zeugmayê ya mozaîka "Keçika Mirtib" di serî da gelek berhemên girîng dihewîne, ji roja ku vebûye heta niha turîzma herêmê jê mefayê dibîne.

Muzeya Mozaîkê ya Zeugmayê ya girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê ya ku di 9ê Îlona 2011an da bi awayekî fermî hat vekirin, 25 hezar jê sergirtî bi 30 hezar metrekareyî qada xwe va yek ji muzeyên herî mezin ên mozaîkê yên dinyayê tê hesibandin.

Di muzeyê da ji xeynî mozaîka "Keçika Mirtib", "peykerê Marsê", kaniyên ji serdema Romayê û her wiha mozaîkên di vîllayên li rexê Çemê Feratê da hatin dîtin hene.

- 2 milyon û 271 hezar ziyaretvan ezimandin
Di 2011an a sala vebûna wê da muze ji hêla 71 hezar û 323 kesî va, îsal jî di di 8 mehan da ji hêla 250 hezar kesî va hat ziyaretkirin.

Muzeya Mozaîkê ya Zeugmayê ji roja avabûna xwe û heta niha ji hêla 2 milyon û 271 hezar û 853 kesî va hat ziyaretkirin.