IGDIR
Ji bo ku berdin çolê ji Entabê 51 xezal anîn. Sibê dê xezalan berdin çiyayê Agiriyê.
Wezareta Karên Av û Daristanê ji bo ku wekî berê li çiyayê Agiriyê populasyona xezalan berdewam bike ji Entabê 51 xezal anî û dê sibê xezalan berdin çolê.
Piştî 84 salan dê dîsa li çiyayê Agiriyê xezal bijîn.
Midûrê Şaxa Karên Av û Daristanê yê Îdirê Mete Turkoglu destnîşan kir ku xezal her ku diçe hînî hewa û şert û mercên herêmê dibin.