Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên Jimara Pirtûkan Standart a Navneteweyî (ISBN) ya 2013an weşand. Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji îstatîstikan berhev kir, tê dîtin ku meteryalên di 2013an de hatin weşandin li gor 2012an ji sedî 11,1 zêde bûn. Li Tirkiyeyê par 42 hezar û 655 kitêb hatin weşandin.
Hejmara kitêbên elektronîk yên par hatine weşandin jî li gor pêrar gelekî zêde ye û weşandina kitêbên elektronîk ji sedî 537 zêde bûye.
Di heman demê de weşangeran bi tevahî ji bo 47 hezar û 352 meteryelan ISBN kirî. Ji van 42 hezar û 655 kitêban, hezar û 981 kitêbên elektronîk (DVD, VCD, CD), 2 hezar û 299 kitêbên elektronîk ên ku bingeha wan web e, 21 nexşe û 383ê jî meteryelên din in.
Zimanê weşanan ji sedî 91 tirkî, ji sedî 5,5 îngilizî û ji sedî 3,5 jî bi zimanên din e. Weşanên kurdî yên ku di nav zimanên din de cih digrin jî tenê ji sedî 0,87 e.
Pirtûkên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin û bi nimareya ISBNyê ve par li seranserê Tirkiyeyê hatine weşandin 413 heb in.
Di nav 413 kitêbên kurdî de 196 kitêb di beşa wêjeya mezinan de, 105 kitêb di beşa çanda mezinan de, 44 kitêb di beşa wêjeya ciwan û zarokan de, 26 kitêb di beşa perwerdehiyê de, 23 kitêb di beşa akademîk de û 19 kitêb jî di beşa baweriyê de hatin weşandin.