Par di serokatiya Walîtiya Diyarbekirê de Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê (OPB), Zanîngeha Dîcleyê (ZD) û Midûriyeta Xurek, Çandinî û Sewalkariyê ji bo qedayifa badayî, serî li Enstîtuya Patentê ya Tirk da.
Diyarbekir û Bîngolê ji bo wergirtina nîşaneya menşeî ya cografî ya qedayifa badayî, serî li Enstîtuya Patentê ya Tirk da. Bi serîlêdanê di navbera her du bajaran de pêşbaziyeke "şîrîn" dest pê kir.
Hêj dema ku li ser serîlêdanê lêkolîn dihat kirin, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Bîngolê jî ji bo wergirtina patenta qelî û tuyê Gazîkê digel qedayifa badayî serî lê da.
-"Me par serî lê da"
Serokê OPByê yê Diyarbekirê Ahmet Sayar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku par di serokatiya Walîtiya Diyarbekirê de Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê, Zanîngeha Dîcleyê û Midûriyeta Xurek, Çandinî û Sewalkariyê ji bo qedayifa badayî, serî li Enstîtuya Patentê ya Tirk da.
Sayar got ku serîlêdan hat qebûlkirin û pêvajoya lêkolînê bi awayekî baş dewam dike.
- "Li her bajarê Tirkiyeyê qedayifiroşekî diyarbekirî heye"
Mûrat Altûnhanê 32 sal e ku li Diyarbekirê bi karê qedayifê re mijûl e diyar kir ku ew karê bavê xwe didomîne û wiha dewam kir: "Me qedayifa badayî çêkir û bi xêra vê gelek kes bûn xwedî kar. Gelek kes di vî karî de bûn hoste û li çar aliyê Tirkiyeyê belav bûn. Êdî li her bajarên Tirkiyeyê qedayifiroşekî diyarbekirî heye."
-"Hoste û xebatkarên qedayifa badayî bîngolî ne"
Serokê OPByê ya Bîngolê Erkan Çalbay jî got ku ew digel Ajansa Pêşvebirinê ya Firatê ji bo dewlemendiya Bîngolê derxin holê û bidin nasîn dixebitin.
Çalbay wiha dewam kir: "Hûn biçin kîjan bajarê Tirkiyeyê hûnê bibînin ku hosteyên qedayifa badayî bîngolî ne. Ji bo ev li ser navê Bîngolê bê tescîlkirin me serî lê da. Em hêvî dikin ku encam bi erênî be."