Önder Beyter
07 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Yildirim wiha axivî, "Restorekirina Dêra Demir û ji bo welatiyên mesîhî vekirina dêrê, mînaka herî baş e ku li welatê me ji bo dînan xweşbînî heye, em vê ji bav û kalên xwe jî dibînin û ev dewam dike. A ku li vir em aniha îdraq dikin, ne bi tenê vejandina mekaneke dîrokî û dînî (Dêra Demir) ye, herwiha peyama felsefî û xweşbînî ya vê merasîmê ye jî. Ez hêvîdar im ku ev peyam wê bê bihîstin û têgihîştin."
Serokwezîr Bînalî Yildirim got, "Yek ji mijarên ku hikûmeta me girîngiyê didê ew e ku li welatê me mensûbên baweriyên cuda bi awayê herî xweşik îbadetê xwe bikin û herwiha di nava hizûr, aramî û aştiyê da bi hevra bijîn."
Serokwezîr Yildirim di merasima vekirina Dêra Stevi Stefan ku wekî Dêra Hesinî tê naskirin û xebatên restorasyona wê temam bûn da diyar kir ku ew di hizûra Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da merasima vekirina dêrê li dar dixin û herwiha got ku dêra ku di warê mîmariyê da xwedan gelek taybetiyan e, hat restorekirin û ji bo xizmeta welatiyên mesîhî hat pêşkêşkirin. Yildirim bal kişand ku ev xebat nimûneya herî baş ya xweşbîniyê ye ku ji ecdadên wan bo wan wekî mîras maye.
Yildirim herwiha diyar kir ku ev berhem temsîlkariya wê taybetiya Stenbolê dike ku bi sedan sal e li vî bajarî hemû bawerî li kêleka hevdu dijîn û wiha dewam kir, "Yek ji mijarên ku hikûmeta me girîngiyê didê ew e ku li welatê me mensûbên baweriyên cuda bi awayê herî xweşik îbadetê xwe bikin û herwiha di nava hizûr, aramî û aştiyê da bi hevra bijîn."
- "Hezar û 29 berhem û kelepor dewrî weqfên cemaetan kirine"
Serokwezîr Yildirim da bibîrxistin ku di serdema serokwezîriya Serokomar Erdogan da qanûn hatin derxistin ku bi vê yekê va biryara radestkirina malên weqfên cemaetan hat dayîn û wiha pê da çû:
"Hezar û 29 berhemên ku xwediyê wan 167 weqfên cimaetê ne êdî bûn weqfên cimaetê yên hebûnê û bi vî awayî ev pirsgirêka ku bi salane dewam dikir jî ji holê rabû."