İSTANBUL
Piştî pirtûka Dan Brown ya bi navê "Cehennem" gihişt xwendekaran bi hezaran kesî serlêdana Sarnica Yerebatanê kir. Li gor daxuyaniya Kultur AŞya Stenbolê, 240 hezar kesî Sarnica Yerebatanê ziyaret kir û ev bû rekoreke dîrokî.
Bi pirtûkên Dan Brown ve hîn cih di sektora turîzmê de pirr navdar bûn û zêde hatin nasîn. Di nav wan cih û waran de Vatîkan, Meydana San Pietroyê, Navenda Zanîstî ya Cernê, Muzeya Louvre ya Parîsê û Dêra Mebed a Londrayê heye.