MARDÎN - HALÎL ÎBRAHÎM SÎNCAR
Ji bo ewilîn Pirtûkxaneya Kurdolojiyê ya Tirkiyeyê ya ku di bin banê Zanîngeha Mêrdîn Artûklûyê de hat damezrandin, ji Rûsyayê 80 berhem anîn.
Aleksander Jabayê ku di navbera salên 1848 û 1866an de li Erziromê balyoziya Rûsyayê kiribû, ji alimên kurd lijneyek ava kiribû. 80 berhemên ku vê lijneyê amade kiribû neqlî Beşa Kurdolojiyê ya ZMAyê kirin.
Gelek berhemên der barê ziman, wêje, dîrok û çanda kurdî û nisxeya Mewlîda Melayê Bateyî ya ku di sala 1791an de ji berê girtine û mewlûda herî kevn a kurdî ye, li Tirkiyeyê cara ewil li Mêrdînê dê derdikeve holê.
Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî yê ZMAyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Arşîva Rûsyayê ya Kurdolojiyê ya Aleksander Jaba êdî di Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artûklûyê de cî digire.
Prof. Dr. Yildrim bi bîr xist ku Aleksander Jaba di navbera salên 1848 û 1866an de li Erziromê balyozî kir û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Jaba di navbera van salan de lijneyeke ku ji alimên kurd pêk tê, ava dike. Ji wan dixwaze ku ji bo wî destnivîsên kurdî amade bikin. Ev lijneya alimên kurd jî Mela Mehmûdê Bazîdî wekî nûner hildibijêrin. Mela Mehmûd jî dest bi lêkolînan û xebatê dike. Di vê maweya lêkolîn û xebatê de hin ji wan berhemên ku bi sedan sal beriya wî hatine nivîsîn, hin ji wan jî yên wî bi xwe ne arşîveke kurdolojiyê ya ku ji 80 berheman pêk tê, amade dike. Ji van berhemên ku hemû jî ji hevdu bi qîmetir in, hinek hê jî nayên zanîn. Yekem car dê bi kataloga ku em ê amade bikin ve derkevin pêşberî mereqdarên xwe."
"Hîtlerî jî zirar neda vê arşîvê"
Yildirim got ku balyoz Jaba arşîva ku li Tirkiyeyê hat amadekirin bir Rûsyayê û li Pirtûkxaneya Gel a Giştî ya Akademiya Zanistên Rojhilat ya Rûsyayê de hat qeydkirin û muhefezekirin.
Yildirim da zanîn ku hewldanên Adolf Hîtler yên ji bo bidestxistina Saînt Petersbûrgê hebûn. Dema ku bajar ji aliyê hêzên wî ve hat dorpêçkirin, rayedaran wek karê ewilîn gelek arşîvên ku yek ji wan jî arşîva kurdî bû, ji wir birin hin cihên gelekî dûr û li wir veşartin. Yildirim diyar kir dema ku dorpêçkirin rabû, ev arşîvana dîsa anîn cihê berê û muhefeze kirin.
- "Gelek berhem dê cara ewil derkevin holê"
Yildirim got ku di nav arşîvê de tekane nisxeya pirtûka Şerefname ya ku qala dîroka kurdî dike û wergera wê, nisxeya mewlûda herî kevn a kurdî ya Melayê Bateyî ya ku di sala 1791an de ji ber girtine, helbestên gelek helbesvanên navdar jî cî digirin, yekem car derdikeve holê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di nav berhemên ku me anîn de alfabeyên ji bo zarokan, mînakên peyv û hevokan hene. Rêzimana Kurdî û ferhenga beranberî, cûdahiyên zarava û devokên kurdî nîşan didin yên Mela Mehmûdê Bazîdî jî di arşîvê de hene. Ji helbestkarên navdar Eliyê Herirî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û Antolojiyên Helbestên Kurdî yên helbestkarên ku navên wan cara ewilîn tên bihistin yên wekî Dûrefşan, Meqsûd û Asam hene. Her wiha 'Berîte'yên ku lîstikên muzîkal yên medreseyan in û stranên folklorîk yên mêrxasî û evîniyê hene. Berhemên ku ji 84 çîrok û çîvanokên neteweyî jî pêk tên cara ewil li vir derdikevin pêşberî me. Em dê li ser hûrgiliyên hemû berhemên di vê arşîvê de bisekînin û li ser wan lêkolînan bikin û wan bidin naskirin. Her yek ji van berheman bi tena serê xwe dibe mijara tezekê."
-"Di dorê de arşîva Kurdolojiyê ya Berlînê heye"
Yildirim got ji bo ku arşîva Kurdolojiyê ya ku ji 90 berheman pêk tê û hê jî di zanîngeh û pirtûkxaneyên eleqedar yên Berlînê de tên muhefezekirin û li wir qeydkirine bînin ZMAyê peymanekê amade dikin. Yildirim da zanîn ku di amadekirina peymana trasnferê de gihîştin merheleya dawîn.
Yildirim da zanîn ji bo ku berhemên kurdî yên li Berlînê tranferî Beşa Kurdolojiyê bikin bi rayedaran re têkilî danîne û wiha axivî: "Peymana ku dê em îmze bikin niha gihîşte asta dawîn. Înşellah em ê di demeke nêz de ji bo ku vê arşîva li Berlînê ji wan bistînin bixebitin."
Yildirim got ku Rektorê Zanîngeha Mardîn Artûklûyê Serdar Bedîî Omay ji bo anîna arşîva Saînt Petersbûrga li Rûsyayê bi her awayî piştgirî da û ji bo anîna arşîva Berlînê jî bi heman awayî piştgiriyê dide û ji ber tu barên madî nareve.
Yildirim got ku me ji bo arşîva Kurdolojiyê ya li Saînt Petersbûrgê nêzî 60 hezar lîreyî pere da û wiha axivî: "Bi gotina rektorê me 'heke 160 hezar lîre jî bûya me yê dîsa bidaya.' Em ê ji bo anîna arşîva Berlînê çi hewce dike bikin. Lê hêj diyar nebûye ka dê anîna arşîva Berlînê çiqas bigire. Lê berdêla wê çi dibe bila bibe, lê qîmeta vê xezînaya wekî gencîneyan ewqas zêde ye bi madiyatê nayê pîvan."
- "Ejderhano, bi xatirê we"
Prof. Dr. Yildirim got ku di mîtolojiya klasîk de "ejderha gencîneyan diparêzin" û destnîşan kir ku êdî ji bo parastina arşîvan, wekî gencîneyan bi qîmet hewceyî ejderhayan nake.
Yildirim desnîşan kir ku dê wekî Başa Kurdolojiyê van arşîvan bi kêfxweşiyeke mezin biparêzin û wiha axivî: "Ejderha gencineyan diparêzin. Êdî hewce nake ku ejderha arşîvên Kurdolojiyê yên ku wekî genciyan e biparêze. Beşa Kurdolojiyê dê bi berpirsyariyeke mezin û kêfxweşiyeke bêpayan parastina van gencîneyan bigire li ser milên xwe. Em dikarin bibêjin 'ejderhano, bi xatirê we.' Ez saya vê yekê mizgîniyê didim hemû lêkolîner, nivîskar û akademîsyenên Rojhilata Navîn ku dê Pirtûkxaneya Kurdolojiyê ya ku me xîmê wê danî, dê xizmeteke mezin bike."
-Pêvajoya Çareseriyê
Yildirim da zanîn ku heke pêvajoya çareseriyê wiha berdewam bike dê xebatên Kurdolojiyê gelekî pêş bikevin û wiha pê de çû: "Êdî dê kes hewce neke ku mudaxeleyî van xebatan bike. Her roj berhemên ku nayên zanîn dê derkevin holê. Êdî qîmeta pêvajoya aştiyê hatiye fêmkirin. Ji her du aliyan jî êdî dirûşmeyên wekî 'şehîd namirin' nayên berzkirin û ev yek jî me kêfxweş dike. Ez wisa difikir im ku raya giştî ya ku qîmeta pêvajoyê dizane êdî dê nehêle ku şeht li pêvajoyê bikeve."
news_share_descriptionsubscription_contact
