Hat ragihandin ku bi biryara Dadgeha Cezayê ya Silhê, li Wanê îlanên ku li serê lûleyên kaniyan ên ku xûn jê diherikîn hebûn, hatin rakirin.
Serokê Bajêr ê AK Partiyê Zahir Soganda daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku xelkê Wanê ji van îlanan aciz dibûn û wiha dewam kir: "Me daxwazên gel anîn ziman. Me serî li şaredarî û VASKÎyê da, lê bersiv nedan. Dozgerî ket dewrê û do serî li Dadgeha Cezayê ya Silhê da. Dadgehê jî ji bo rakirina îlanan biryar da."
Soganda diyar kir ku beriya hilbijartinê dixwazin gel bitirsînin û bandorê çêkin û got naxwazin gel bi îradeya xwe ya azad here ser sindoqê.
Parlementerê AK Partiyê yê Wanê Burhan Kayaturk jî destnîşan kir ku gel daxwaz kir ku îlan werin rakirin û wiha xeberda: "Li dewleta hiqûqê bi hêz û îradeya gel ji mecbûrî xwe rast kirin. Fêr bûn ku divê ji kaniyan di ciyê xûnê da av biherike. Ji ber vê jî îlanan rakirin û di ciyê kaniyên ku xûn jê diherike, yên ku av jê diherike danîn."
Kayaturk diyar kir ku divê hilbijartin di nav aştiyê da çêbe û got divê gef û tirsandin tunebe.
Li navenda bajarê Wanê afîşên lûlikên ku xûn jê dirije û li serê "tewdîrên xwe hildin" nivîsîbûn, bûn sedema nîqaşê.
Li ser bîlbordên ku li deverên cuda yên bajêr hene û kontrola wan jî di destê rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da ne, afîşên lûlikên xûn jê diherike teswîr kirine hatibûn daliqandin û li serê jî bi kurdî û tirkî "tewdîrên xwe hildin", "rojeke dê qede", "heke hûn xwedî lê dernekevin dûr nîne", "em bê bêhn nemînin", "haja te pê heye" nivîsîbûn, beriya hilbijartina giştî ya 7ê hezîranê bûbû sedema nîqaş û gengeşiyan.