İbrahim Atmaca
01 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
STOCKHOLM
Hat ragihandin ku herdu tacên giranbiha û kureyên saltanatê yên Karlê Qralê 9em ê sedsala 17em ê Swêdê û ya Qralîçe Krîstînaya jina wî hatin dizîn.
Berdevkê Polêsê Ostergotlandê Thomas Agnevik diyar kir ku du kes ketin Dêra Strangasê û tac û kureya saltanatê ya Karlê Qralê 9em ê sedsala 17em ê Swêdê û ya Qralîçe Krîstînaya jina wî dizîn. Agnevik diyar kir ku dêr 100 kîlomêtre dûrî Stockholmê ye û qeraxê golê ye.
Angevik got ku eşya di saetên ziyareta dêrê da hatin dizîn û ew tac û kure ji sala 1611an mane. Angevik destnîşan kir ku diz bi tekneya suratê va ji cihê bûyerê revîne.
Li herêmê ji esman û erdê va lêgerîn dewam dike.