Muhammet Kurşun
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Li salonên sînemayên Tirkiyê dê vê hefteyê 6 filmên biyanî yên di warê dram, tirs, rakêşî û aksiyonê de bikevin vîzyonê.
- "Dayîn"
Filmê bi navê "Dayîn" ku derhêneriya wî Jonathan Baker dike û Nicolas Cage, Gina Gershon, Faye Dunaway, Nicky Whelan û Natalie Eva Marie wek serlîstikvan tê de cih digirin dê vê hefteyê di vîzyonê de cih bigire.
Lîstikvanên navdar Nicolas Cage û Gina Gershon di filîm de jin û mêrekî dilîzin. Mijara filîm jî ki ser tengijîna dayikekê ye. Dayiken dixwaze ji paşeroja xwe ya ne xweş bireve û loma jî bar dike bajarekî nû. Ew li vê derê dayikeke din nas dike û filîm wisa diherike.
- "Bê Sekin"
Filmê ku Edgar Wright derhêneriya wî kiriye, Lily James, Ansel Elgort, Jamie Foxx, Jon Hamm, Kevin Spacey û Jon Bernthal tê de lîstine.
Berhem aîdî Emrîkayê ye û aksiyon û komedî tevlihev in. Di filîm de maceraya biaksiyon a gencê bi navê "Baby" tê ser perdeya spî. Baby ji bo serekê toreke sûcan şofêriya revê dike û 24 seetan li muzîkê guhdarî dike.
- "Lady Macbeth"
Derhêneriya filmê "Lady Macbeth" William Oldroyd kiriye û lîstikvanên wek Florence Pugh, Christopher Fairbank, Cosmo Jarvis û Naomi Ackie tê de lîstine. Em derhêner William Oldroyd ji lîstikên tiyatroyê jî nas dikin.
Nivîskarê nifşa nû yê genc li Ingîltereyê Alice Birch senaryoya filmê rakêşiyê "Lady Macbeth" nivîsandiye û qala çîrokeke ku pêwendiya wê rasterast bi tragedyaya Shakespeare re tuneye dike.
Mijara filmê Ingîltereyê bi kurtasî wiha ye:
"Katherina di nîvê duyem ê sedsala 19an de li çoltera Ingîltereyê keça malbateke adetî ye. Katherina bi zora bavê xwe bi zilamekî ji xwe gelekî mezintir Aleksander re tê zewicandin. Jina genc, di nav zewaceke tijî kul û derd de mehkûmî qaîde û adetên mêr û xezûrê xwe dibe. Rojekê dema li malê bi tenê ye Sebastianê li nav zevî dixebite bala wê dikişîne. Katherina di demeke nêz de bi Sebastian re evîneke mezin dijî. Ji bo domandina vê evînê jî, kuştin di navê de her tiştî dike."
- "2:22"
Teresa Palmer û Michiel Huisman serlîstikvanên filmê "2:22" ne. Di filîm de çîroka du kesên ku li dora bûyerên balkêş gihîştine hev tê vegotin.
Ji bilî Palmer ûHuisman, di kadroya filîm de John Waters, Sam Reid û Maeve Dermody jî hene. Filmê ku berhemê Emrîkayê ye ji aliyê Paul Currie ve hatiye kişandin.
- "Çîroka Xeyalet"
Filmê bi navê "Çîroka Xeyalet" (Personal Shopper) çîroka bisir a keçeke genc ku şêwirmendiya kirîn û firotinê dike û cêwiya xwe winda kiriye vedibêje. Di serlîstikvaniya filîm de Kristen Stewart heye.
Filmê ku Olivier Assayas nivîsandiye û derhêneriya wî kiriye, bi lîstikvaniya Kristen Stewart'a, Lars Eidinger, Nora von Waldstatten û Anders Danielsen Lie hatiye kişandin
- "Roja Komkujiyê"
Charlotte Beaumont, Patrick Baladi, Ben Batt û Fiona Hampton di filmê "Roja Komkujiyê" de dilîzin û qoltixa derhêneriyê jî ya Nick Jongerius e.
Senaryo ya Chris W. Mitchell û Suzy Quid e û li Hollanda hatiye kişandin. Çîroka keça genc a bi navê Jennifer ku ji bo ji paşeroja xwe ya tramvatîk bireve diçe Amsterdamê tê qalkirin û serboriya wê tê pêşkêşkirin.