Hunermendan, li bajêr li otêlekê xwarinên deverî xwarin û diyar kirin mîhrîcanên ku piştî pêvajoya çareseriyê tên lidarxistin, wê piştevaniya aştiyê bikin.
Hunermendê sînemayê Kadîr Înanir ku ji bo piştgiriyê bide mîhrîcanê hate Wanê ji nûçegihanê AAyê re axivî û got ku peyva 'aştî'yê peyva herî cindî ya ferhengan e.
Înanir bal kişand ser jiyaneke biaştî û biaramî û wiha axivî: "Li wî welatî tu tişt bi qasî biratiya gelan xweşik nîne. Tiştê girîng ew e ku şer û dilmayîn biqedin. Ez dixwazim ku em bi awayekî wekhev rêz û hezkirinê nîşanî hev bidin. Lewra ez dixwazim li welatê dinyayê yê herî xweş di nav aştiyê de hunerê bikim."
Înanir, diyar kir ku ji bo piştgiriyê bide mîhrîcanê hate Wanê û da zanîn ku dê li Wanê fîlmekê bikşîne.