Muhammet Kurşun
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 29 Hezîran 2017
MARDÎN
Bi camî, dêr, sûk û malên xwe yên tarîxî bajarê Mêrdînê wek carê di Eyda Remezanê de jî rastî eleqeyeke zêde a tûrîstan hat.
Welatiyên ku tatîla eydê wek firsend dîtin, li mekanên çandî û tarîxî yên Mêrdîna sembola xweşbîniyê geriyan.

Mêrdîn bi Medreseya Qasimiye, Medreseya Zincîriye û Deyrulzaferanê di dirêjahiya tarîxê de bûye navenda dîn, ziman û çandên cuda û dewlemend.
Digel pêkanîna rewşa aramî û ewlehiyê jî Mêrdîn wek rojên xwe yên berê qelebalix e.

Midûrê Çandê yê Mêrdînê Alaattin Aydin, daxuyanî da û got her 3 rojên eydê jî pir baş derbas bûne.

Aydin diyar kir ku ji texmîna wan zêdetir qelebalixiya tûrîstan hatiye dîtin û li gor rojên din zêdehiyeke sedî 100 çêbûye.