02 Adar 2017•Rojanekirin: 04 Adar 2017
ÎSTANBU
Vê hefteyê 3yên wan xwemalî bi tevahî 7 fîlmê bên vizyona sînemeyên li Tirkiyeyê.
- "Reîs"
Fîlma "Reîs" a ku derhênerê wê Hudaverdî Yavuz e û tê da Reha Beyoglu, Ozlem Balci, Volkan Başaran, Îsmaîl Hakki Urun, Alî Yayli, Orhan Aydin, Bahar Hacibektaşoglu, Işik Yildiz û Ahmet Bayaslan dilîzin ew ê derkeve pêşiya temaşevanan.
Fîlma ku mijara xwe ji jiyana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hildide, qala qedexeyên ku ji salên 1960î pê va dest pê kirin, pevçûnên civakî, zor û zehmetiyên ku welatiyan hetanî îro kişandin dike.
Di fîlma ku senaryoya wê Murat Ozdîl nivîsandiye da Reha Beyoglu di rola Serokomar Erdogan da dilîze.
- "Sora Stenbolê"
Di fîlma ku derhêneriya wê Ferzan Petek dike da Halît Ergenç, Tuba Buyukustun, Mehmet Gunsur, Nejat Îşler, Serra Yilmaz, Zerrîn Tekîndor, Cemre Ebuzziya, Şerîf Sezer û Reha Ozcan dilîzin.
Ozpetek di fîlma xwe da qala çîroka merivekî ku teze hatiye Stenbolê û çîrokên ku li der û dora wî diqewimin dike. Ozpetek mijara fîlma xwe ji pirtûka xwe girtiye.
- "Di şiliyan da xwe bişom"
Di fîlma ku erhêneriya wê Gulten Taranç dike da Derîn Înce, Muge Ulusoy, Yelîz Tozan û Engîn Benlî dilîzin.
Di fîlma ku li Îzmirê hat kişandin da qala tundiya li ser jinan dikin û çîroka Gamzeya 15 saliyê tînin ber temaşevanan.
- "Bira hema dawiya dinyayê be"
Di fîlma ku tê da Vîncent Cassel, Marîon Cotîllard, Nathalîe Baye, Lea Seydoux û Gaspard Ullîel dilîzin da senaryo ji şanoya nivîskarê firansî Jean-Luc Lagarce ya ku di sala 1990î da nivîsiye girtine.
- "Logan: Wolverine"
Di fîlma ku erhêneriya wê James Mangold dike da Hugh Jackman, Patrîck Stewart, Dafne Keen, Boyd Holbrook û Stephen Merchant dilîzin.
Fîlma dewama rêza Wolverîneya orijînal e û piştî fîlma ku di sala 2013an da hatibû kişandin ev bû fîlma rêza 2yan.
- "Mala tirsê"
Di fîlma ku erhêneriya wê Rafa Martinez dike da Ingrîd Garcîa Jonsson, Bruno Sevîlla, Luka Peros , Jose Marîa Blanco û Marîona Perrîer dilîzin.
- "The Founder"
Di fîlma ku erhêneriya wê John Lee Hancock dike da Michael Keato wek serlîstikvan dilîze û tê da qala çîroka Ray Krocê xwediyê mixazeyên fast foodê dikin.