02 Adar 2017•Rojanekirin: 06 Adar 2017
SILÊMANÎ
Bajarê Silêmaniyê ji xeynî rewşenbîrî, xweştebîetî, qedîmtarîxî û xweşxwariniya xwe di warê çêkirina tirşiyê jî binavûdeng e.
Li ser xweşiya bajarê Silêmaniyê ku rojhilatê Herêma Kurdistanê ye hetanî niha di gelek waran de pir tişt hatine gotin. Tebîeta wê xweş e, bajarekî qedîm e, rewşenbîriya wê li pêş e, neteweperweriya wê xurt e û herwiha navenda gelek çand û huneran e jî.
Silêmanî, yek ji navendên şaristaniya kurdan e û gelek berhemên wan jî li wir derketine holê.

Ji xeynî van xisûsiyetên xwe li vî bajarî gelek xwarinên curbicur, zerzewatên dewlemend û fêkiyên pirşîfa jî peyda dibin.
Tirşiya Silêmaniyê jî niha di rojevê de ye û tê gotin ku digel qeyrana aboriyê jî bazara bajêr pê germ dibe.
Yek ji tirşîçêkerê Silêmaniyê Heval Hemexalid, li ser berhemên xwe agahî dan peyamnêrê Ajansa Anadoluyê.
Heval qal kir ku ew 30 sal in karê tirşiyê dike û hê jî berdewam e.
Hosteyê tirşiyê got ew ji malzemeyên bi temamî xwemalî yên wek tirozî-qitî, gêzer, lehane-kelemî, bîber, qernebihar, brokolî û çendên din çêdikin:
"Rojane qernebihar, tirozî, gêzer, mango, tivir, şêlim tên qeşartin û sorkirin, piştre bi temamî tên amadekirin.
Heval anî ziman ku hin kiryarên wan dikirin dibin difiroşin, hin jî dibin li malê dixwin.
Herwiha behsa wê yekê kir ku ji ber tirşiya wan taze ye daxwaz li serê zêde peyda dibe.

- Rojane 600 kîloyî çêdikin
Heval Hemexalid got ew rojane çend bermîlan çêdikin ku digihê heta 600 kîloyî û dişînin dikanê bo firotinê.
Heval li ser curên tirşiyan jî wiha dewam kir:
"Zemanê berê tenê 2 cur tirşiyên me hebûn. Lê niha tirşiyên sor, zer, mehşî, pirbehenar û tirşiyata şahane hene."